Nêçîrvan Barzanî cejna Etiko pîroz kir û got: “Kurdistan landika pêkvejiyanê ye”
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema cejna serê salê ya Asûriyan, Keldanî û Babîliyan ya bi navê Ekito, cejna wan pîroz kir û got ku Kurdistan landika pêkvejiyanê ye. Payama Nêçîrvan Barzanî wehaye:
“Ez cejna Ekito ya Suryanî, Keldanî û Babîliyan ya serê salê li yên li Kurdistanê, Iraq û temamê dinyayê ji dil û can pîroz dikim û hêvî dikim cejna wan bi aramî û hûzûr be.
Ez car din dibêjim Herêma Kurdistanê ji bo temamê pêkhateyan, xweşbîniya olî, ciyê hev qebûlkirinê, landika pêkvejiyanê û navnîşana wêye û em piştgiriya pirçandî dikin û em her piştevaniyê dikin.
Cejna we ya Ekito pîroz be, bila cejn aramî û aştiyê bi xwe re bîne.”
Cejna Ekito her sal bi ahengên 18 ê adarê destpêdike û heya 1 ê nîsane de bi pîrozkirina cejnê re diqede.