TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî Cejna Qiyamê pîroz kir: Xiristiyan beşeke resen a civaka Kurdistanê ne

Admin H
Nivîskar
📅 05 nîsan 2026 09:50

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê Cejna Qiyame ya Hezretî Îsa Mesîh li xiristiyanên Kurdistan û Cîhanê pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama ku îro Yekşemê 5ê Nîsanê belav kiriye de got: "Ez pîrozbahiyên herî germ li welatî û xwişk û birayên me yên Xiristiyan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im ev cejn bibe sedema xêr, xweşî û aramiyê ji bo her kesî."

Barzanî herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê wekî her tim dê wekî dergûşa bihevrejiyan, tebayî û hevqebûlkirina hemû pêkhateyên olî û neteweyî bimîne.

Nêçîrvan Barzanî got, welatiyên Xiristiyan beşeke resen û jêneveqetiyayî ya civaka Kurdistanê ne û dîrokeke wan a tije xebat û hevparî li gel gelê Kurdistanê heye.

 

Parve bike: