Nêçîrvan Barzanî Cejna Rojên Êzî li êzdiyan pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta Cejna Rojên Êzî peyameke pîrozbahîyê ji bo Kurdên Êzidî weşand û hêvî xwest ku ev cejn xêr û xweşî û aramî û tenahiyê ji hemû gelê Kurdistanê re bîne.
Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
Cejna Rojîyên Êzî li hemû xûşk û birayên êzdî li Kurdistanê û li her dereka cîhanê pîroz dikim. Hêvdar in ev cejn bi xêr û xweşî bi ser êzdiyan û hemû gelê Kurdistanê vegere û aramî û tenahiyê li gel xwe bihîne.
Silav û pîrozbahiyên cejnê bi taybetî ji bo malbat û kesûkarên qurbaniyên jenosayîda û bi rêz û şikodarî ve, wan hemûyan bibîr tînin. Hêvîdar im cejn û bîrhatnên bîne ji bo êzdiyan û hemû gelê Kurdistanê di rewşên baştir de vegerin û Kurdistanê tim dibin siha pêkvejiyanê û lêborînê û aramiyê de pêşwaziya cejn û bîrhatinên xwe bikin.
Dûbare cejin li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û şahî.