Nêçîrvan Barzanî: Doza Kurd pirseke mezin e li herêmê û çareserkirina wê giring e
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê îro beşdarî duyemîn roja Dîdara Aştî û Asayiş li Rojhilata Navîn a Zanîngeha Amerîkî-Kurdistan li Duhokê bû û li wir gotarek pêşkêş kir. Barzanî got, “doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê li navçeyê ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka gotara xwe de spasî û destxweşî li hemû kesan kir, ku di sazkirina vê konferansê de li Duhokê beşdar bûne û bi xêr hatina mêvanên derve kir.
Nêçîrvan Barzanî ragihand, asayiş û aştî li Rojhilata Navîn mijarên gelek giring ên herêmê û cîhanê ne û diyar kir: “Pirsgirêkên Rojhilata Navîn ne tenê asayiş û pêwendiyên welatên navçeyê tûşî krîzê kiriye, lê belê bûne metirsî û gef bo ser aştî û berjewendiyên welatên mezin û cîhanê jî.”
‘Tişta ku li herêmê çêdibe, encama şaşî û kombûna pirsgirêkên bere ne’
Di berdewamiya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi rewşa herêmê jî kir û got: “Tişta ku li herêmê çêdibe, encama şaşî û kombûna pirsgirêkên berê û nexşeya jeosiyasî ya piştî şerê cîhanî yê yekem e ku komek kêşeyên siyasî li navçeyê bêçareser hîşt û ji wan jî doza Kurd. Doza Kurd pirseke mezin e li herêmê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê ye li navçeyê.”
‘hin dewletan ji bo ku bibin hêza yekem û pêşeng rikeberiyê kirin’
Serokê Herêma Kurdistanê bi gotina piştî Bihara Erebî şerê bi wekalet li navçeyê dest pê kir, da xuya kirin: “Piştî Bihara Erebî û rûxana rejîma berê ya Iraqê, rola hin welatan li navçeyê lawaz bû, hin dewletan ji bo ku bibin hêza yekem û pêşeng li herêmê, rikeberiyê kirin. Ew bûne sedema serhildana şerê bi wekalet û milmilaniyên herêmî. Zemîne ji bo destwerdana leşkerî ya navdewletî çêbû. Ew bûye sedema germbûna şeran û kêmbûna derfeta navbeynkariyê, çimku hêzên navdewletî li cihê rola xwe ya navbeynkariyê, bûne beşek ji şer.”
‘DAIŞ hêj jî gef e li herêmê û li seranserê cîhanê’
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser berdewamiya metirsiya DAIŞê kir û da xuyakirin, “DAIŞ hêj jî gef e li herêmê û li seranserê cîhanê, him weke îdeolojî û him weke komeke çekdarî. Stratejiya me belavkirina istiqrar û pêşkevtinê li Herêma Kurdistanê, li tevahiya herêmê ye.”