Nêçîrvan Barzanî: Dubarakirina teqînên gaze, nîgeranî û metirsiyeke cidî ye
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo qurbaniyên bûyera şeva borî ya Duhokê hevxemiya xwe ligel malbatên bûyerê nîşan da û daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir ku tedbîrên cidî bigrin.
Serokê Herêma Kurdistanê peyamek li ser teqîna sîstema gazê ya Duhokê ku di encamê de 4 kesan can dan û 33 kes jî birîndar bûn belav kir û di peyamê de diyar kir: “Dubarakirina teqînên gaze, nîgeranî û metirsiyeke cidî ye û divê aliyên pêwendîdar di zûtirîn demê de li ser vê babetê rawestin.”
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên bûyera diltezîn a teqîna şeva borî ya Duhokê dikim ku cihê xemeke mezin e, dil û hestên min digel wan û hevbeşê êş û kovana wan im. Ji Xwedê yê mezin hêvîxwaz im giyanê qurbaniyên di dilovaniya xwe de şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û kesûkarên wan. Herwiha hêviya saxbûn û şîfaya bilez ji bo birîndaran dixwazim, em ji bo her hevkariyeke pêwîst ya çareseriya wan amade ne.
Dubarebûna bûyera teqîna gaze, nîgeranî û metirsiyeke cidî ye û divê aliyên pêwendîdar bi zûtirîn dem vê pirsê bi cidî bigrin û çavdêriyeke baştir li ser sîstema gazê û çawaniya bikaranîna wê hebe û rêkarên baştir yên selametiyê hebin ji bo rê li ber bûyerên wiha yên diltezîn bêne girtin.
Xwedayê mezin hevakarê malbat û kesûkarên qurbaniyan û xelkê parêzgeha Duhokê be û dilê me hemûyan bi wan re ye.