Neçirvan Barzanî: “ISID bo tevahiya mirovahiyê tehdîd e”
PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro endamê Kongre ya Amerîkayê Ralph Abraham û heyeta pêre qebûl kir. Barzanî bo heyeta Amerîkayê got ku İŞİD bo temamê mirovahiyê tehdîde û divê civaka navdewletî di mijara tehdîda İŞİDê de car din bilî bibe. Barzanî got ku ji sala 1991an û pêde, herêma Kurdistanê bûbû ciyê partiyên muxalif û niha jî bûye ciyê kesên ku ji terorê direvin û kesên mexdûrên terorê ne. Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina bi heyeta kongreyê re, ragihand ku kesên musîbet werin serê wan, herêma Kurdistanê bo wam mal e û di vê mijarê de Kurdistan xurt e.
Barzanî got ku bê ferq û meylê bixin navbera wan, ji aliyê etnîsîteyê û olî de qet ferq nake, destekê didin koçberan û Kurdistan ciyê pêkvejiyanê ye. Pêkvejiyana çanda di Kurdistanê de, talûka ku İŞİD ji nûh de bikeve nav tevgerê û desteka bo Pêşmerge hinek mijar bûn ku li serê axifîn.
Li aliyê dinê terefê Amerîkayê ragihand ku wê di sehayên cuda de desteka xwe ya bo Kurdistanê dewam bidin kirin û behsa xurtiya dostaniya xelkê Amerîkayê û yê Kurdistanê hat kirin.