Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlî ADF bibe giha Antalya
PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlî Foruma Diplomsiyê ya Antalya ya 5em bibe, bi awayekî fermî ber destê êvarê gihaye bajarê Tirkiyê Antalya.
Di pêvajoya forûmê de wê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi lîderên dinyayê, hukumet û nûnerên welatan re bicive. Di daxwuyaniyê de hat gotin:
“Serok Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa herêmê û mijarên hevpar yên dikevin nav seha wan, ji bo bi lîderên dinyayê re, bi hukumet û nûnerên dewletan re gotûbêjan bike, wê hevdîtin û civînan bike.”
Ji Herêma Kurdistanê endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî û ji Bizotneweyê Îslamî Kurdistanê İrfan Ali Abdulaziz jî hatine dawetkirin.
Di hîmaya serokkomarê Tirkiyê Erdoğan û bi mazorvaniya wezareta karên derve ya Tirkiyê ji 150 welatan 5 hezar kes tevlî forûmê dibin.
Ji 150 welatan zêde nûner, 75 dezgeyên navdewletî ji 20an zêdetir serokên dewlet û hukumetan û dê 50 wezîr di forûmê de amade bin ku jimara hemûyan dê li dora 5 hezar kesî be.