Nêçîrvan Barzanî: Leyla Qasim pêşeng û meşalegira berxwedana jinên Kurd bû
PeyamaKurd - Serok Nêçîrvan Barzanî di 52 saliya darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê de peyamek weşand. Di peyama xwe de got, "Leyla Qasim ne tenê sembolek neteweyî bû, lê di heman demê de pêşenga têkoşîn û fedakariya jinên Kurd bû, meşalegira hişmendî û berxwedanê bû."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, "Em Leyla Qasim û hevalên wê, şervanên jin ên Kurd ên ku 52 sal berê ji bo azadî û rûmeta Kurdistanê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin."
Barzanî diyar kir ku berxwedana bêhempa ya Leyla Qasim di zindanê de û li ber darvekirinê nîşan da ku "jinên Kurd xwedî îradeyek hesinî ne û amade ne ku jiyana xwe ji bo azadî û rûmeta gelê xwe feda bikin."
"Têkoşîna wê dê di wijdanê gelê Kurd de bijî"
Di peyamê de Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku têkoşîna Leyla Qasim ji bo hemî nifşên ku li pey wê hatine bûye mînakek rûmet û baweriya bi xwe.
Barzanî got, "Têkoşîna wê, ji Xaneqînê heta Zanîngeha Bexdayê û heta kêliya dawî ya jiyana wê di zindanên rejîma Baasê de, wê her tim di wijdanê gelê Kurd û gelê Kurdistanê de wekî dersek fedakarî, berxwedan û welatparêziyê zindî bimîne."
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de herwiha got, "Di vê salvegera êşdar de, em bi rêzdarî li ber bîranîna pîroz a hemû şehîdên Kurdistanê, bi taybetî şehîd Leyla Qasim û hevalên wê, ditewînin û silav û rêzên xwe ji malbatên wan re dişînin."
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
"Îro, em bi rêzdarî Leyla Qasim û hevalên wê, şervanên jin ên Kurd ên ku 52 sal berê ji bo azadî û rûmeta Kurdistanê şehîd bûn, bi bîr tînin.
Leyla Qasim ne tenê semboleke neteweyî bû, lê di heman demê de pêşenga têkoşîn û fedakariya jinên Kurd bû, çirayek hişmendî û berxwedanê bû. Bi berxwedana xwe ya bêhempa di zindanê de û li ber darvekirinê, wê nîşan da ku jinên Kurd xwedî îradeyek hesinî ne û amade ne ku jiyana xwe ji bo azadî û rûmeta gelê xwe feda bikin.
Têkoşîna Leyla Qasim, ji Xaneqînê bigire heya Zanîngeha Bexdayê û heya kêliya dawî ya jiyana xwe di zindanên rejîma Baasê de, wê di wijdanê gelê Kurd de wekî mînakek rûmet, baweriya bi xwe, fedakarî, berxwedan û welatparêziyê ji bo hemû nifşên pêşerojê bijî.
Di vê salvegera bi êş de, em li ber bîranîna pîroz a şehîd Leyla Qasim û hevalên wê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî ditewînin û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Em silavên xwe dişînin."
Leyla Qasim, ku wekî "Bûka Kurdistanê" jî tê nasîn, di sala 1952an de li Xaneqînê ji dayik bû. Di 12ê Gulana 1974an de, ew û komek hevalên wê ji aliyê rejîma Baasê ve hatin îdamkirin.