TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî li Parîsê ye, bernameya fermî ya serdanê eskere bû

Admin H
Nivîskar
📅 30 adar 2021 17:27

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro Nêçîrvan Barzanî li demjimêr 14:00 li Koşka Elîze ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve tê pêşwazîkirin û piştî civînê konferanseke rojnamevanî ya hevbeş tê lidarxistin.

Hat eşkerekirin ku piştî civîna Barzanî û Macron biryare herdu serok xwarina nîvro bi hev re bixwin û piştre tê çaverêkirin li demjimêr 15:40 konferaneseke rojnamevanî li dar bixin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna herdu serokan de, pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Fransa, rewşa Iraqê, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî, pandemiya Covid-19 û bandorên wê dê bêne gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, herdu serok dê metirsiyên terorê û erkên Hevpeymaniya Navdewletî, girîngiya hevkarî hevbeşiya piralî ya jibo rûbirûbûna DAIŞê û çend mijarên din ku ji herdu aliyan re giring in, gotûbêj bikin.

Herwiha biryare li demjimêr 19:30 bi dema Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Frensa, Jean-Yves Le Drian hevdîtinekê bike û piştre jî bi Seroka Şaredariya Parîsê re jî bicive.

Parve bike: