Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Andrew Beasley kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 20ê Tîrmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Brîtanyayê Andrew Beasley kir ku erka wî ya li Hewlêrê bidawî dibe.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê pêşkêşî Konsulê Giştî kir ku di serdema wezîfeya xwe de ji bo pêşxistina pêwendiyên piralî yên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de hewl û xebatên berçav daye.
Herwiha Barzanî ji bo qonaxa nû ya kariyera wî ya dîplomatîk hêviya serkeftinê jê re xwest.
Konsulê Giştî yê Brîtanyayê Andrew Beasley spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û hemû aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku di dema erka wî de ji bo serkeftina wî bi her awayî alîkar û piştgir bûne.
Beasley tekez kir ku London dixwaze hevkariyên xwe yên dîrokî berdewam bike û daxwaza welatê xwe ya ji bo bihêzkirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê nû kir.