TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Balyozê Filîpînê kir

Admin H
Nivîskar
📅 28 hezîran 2021 22:33

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Duşemê li Hewlêrê Balyozê Filîpînê yê Iraqê Generoso Calonge kir.

Piştî civînê malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Filîpînê, rewşa revend û destê karê Filîpînî li Herêma Kurdistanê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rûbirûbûna teror û tundrewiyê, proseya derzîlêdana pejikê û encamên pejika Korona bi taybetî li rûyê aborî ve, hate guftûgo kirin.

Her du alî hevrê bûn ku rûbirûbûna terorê û hizra tundrewî û tundutîjiyê tenê li rêya serbazî ve nayê kirin, belku divê welat li rûyê perwerdehî û kultûrî ve rûbirûyê wê bibin û ew bingeh bibe armanc ku hizra tundrewî û tundutîjiyê û handana terorê têda tê kirin. Her wiha handana netundutîjî û lêborîniyê bê kirin.

Balyozê Filîpînê bal kişand ser hewlên welatê xwe ya rûbirûbûna hizra tundrewî û terorê û dûpat kir ku welatê wan xwazyare sûd ji ezmûna Herêma Kurdistanê ya ji bo çawayiya rûbirûbûna tundrewî û terorê werbigre.

Herwiha çawayiya pêşxistina alîkarî û hevbeşî û warên cûda cûda yên peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Filîpînê, mijareke din a hevdîtinê bûn.

Parve bike: