TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Pêşwaziya aktîvkirina parlamentoyê dikim

Admin H
Nivîskar
📅 05 mijdar 2026 10:02

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî peyamek belav kir û ragihand ku ew bi kêfxweşî pêşwaziya ji nû ve aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê dike.

Barzanî diyar kir ku parlamento saziya herî bilind a nûnertiya îradeya tevahiya xelqê Kurdistanê ye û divê hemû hêzên siyasî bi rengekî çalak tê de cih bigirin û bi hesteke berpirsiyariya niştimanî nakokiyan li wir çareser bikin.

Di berdewamiya peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku ev pêngav bibe alîkar ji bo derbaskirina qeyrana siyasî û zemîneke baştir ji bo hewldan û hevkariya di navbera aliyan de ava bike.

Barzanî tekez kir ku diyalog, lihevhatin û hevparbûna di navbera tevahiya hêzên siyasî de bingehê çareserkirina pirsgirêkan e, her wiha parastina saziyan û aramiya siyasî jî berpirsiyariyeke hevpar a hemû aliyan e.

Parve bike: