TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî peyamek sersaxiyê bo Balyozê Hewlêrê ji Sîsî ra sand

Admin L
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2020 13:05

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro yekşemê 12.07.2020an da, peyameke sersaxiyê pêşkêşî Serokkomarê Misirê Abdulfetah El Sîsî kir û tê da ji bo koça dawî ya Balyozê Komara Misira Erebî li Hewlêrê Ehmed Haris, serxweşî li birêz kir û hevxemiya xwe ji bo ji destdana xwedê jêrazî derbirî ku doh li Misirê koça dawî kir.

Herwiha Serok Nêçîrvan Barzanî, peyameke serxweşiyê jî pêşkêşî malbata xwedê jêrazî kir û di her du peyaman de hêvî xwest xwedayê mezin xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bide malbat û kesukarên wan.

Parve bike: