Nêçîrvan Barzanî: Peymana 11ê Adarê bingeha destkeftiyên Kurdistanê ye
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adara 1970yî, li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Xê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ev peyman wekî yekem belgeya fermî ya naskirina mafên Kurdan, bingeha hemû destkeftiyên îro yên Herêma Kurdistanê ava kiriye.
‘Yekem belgeya fermî ya mafên Kurdan e’
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bi bîr xist ku ev peymana dîrokî bi serokatiya Mistefa Barzaniyê nemir û bi keda Şoreşa Îlonê pêk hat. Barzanî diyar kir ku ev serkeftina siyasî û yasayî ya herî mezin bû ku di dîroka herêmê de mafên gelê Kurd bi awayekî fermî hatiye tomarkirin.
Hişyariya ji bo Iraqê: ‘Hişmendiya hêzê wêranî anî’
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser binpêkirina vê peymanê ya ji aliyê rejîma Baasê ve û got:
Dîrok şahidiyê dike ku binpêkirina vê peymanê û bikaranîna hişmendiya hêzê ya li şûna diyalogê, Iraq bi gelek rojên şer, wêranî û bêîstîqrariyê re rû bi rû hişt. Iraq heta roja îro jî bedela wan xeletiyên dîrokî dide."
‘Herêma me di bin xetereya xeyaleta şer de ye’
Di berdewamiya peyama xwe ya li ser platforma Xê de, Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser rageşiya li herêmê û hişyarî da:
Dema em wê demê bi bîr tînin, herêma me xwe di nav xetere û gefên xeyaleta şer de dibîne. Ev rewş me hişyar dike ku divê hemû alî bi berpirsiyariyê pirsgirêkan bi rêyên aştiyane çareser bikin û pêşî li aloziyan bigirin."
Banga yekîtiya navxweyî
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de tekez kir ku "yekîtî û hevgirtina partiyên Kurdî" garantiya sereke ye ji bo parastina statuya federal û mafên destûrî. Wî bang kir ku bi hev re Kurdistan û Iraqê ji xeteriya şer dûr bixin û ji bo nifşên pêşerojê jiyaneke serfiraz û aram ava bikin.