Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li konsolê nû yê Misrê kir: Pêwendiyên Kurdistan û Misrê dîrokî ne
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 4ê Mijdarê pêşwazî li konsolê nû yê Misrê li Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahî li Mihemed Wecîh kir ku wek konsolê Misrê dest bi kar bûye û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Barzanî îrade û amadehiya Herêma Kurdistanê bo pêşxistina pêwendiyên xwe bi Misrê re nîşan da û ragihand, gelê Kurdistanê bi rêz li pêwendiyên dîrokî yên Kurdistan û Misrê dinêre.
Konsolê nû yê Misrê jî spasiya gel û serkirdetiya Herêma Kurdistanê kir ji ber pêşwazî û piştevaniya li konsolxaneya Misrê. Hurmet û teqdîra Misrê jî bo Herêma Kurdistanê û rola Pêşmerge di şerê terorê de anî ziman û daxwaza Misrê bo pêşxistina pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re jî anî ziman bi taybet di warên aborî û çandî de.
Di civînê de behsa zêdekirina geştên asimanî yên yekser di navbera Hewlêr û Qahîrê de, wergirtina xwendekarên kurd ji aliyê zankoyên Misrê ve, firsendên kar û karsaziyê li Iraq û Herêma Kurdistanê, metirsiya terorê û şerê li dijî terorê û rewşa deverê jî hatin axaftin.