Nêçîrvan Barzanî sersaxî da malbata Xeyda Kembes
PeyamaKurd - Bi daxuyaniyekê, Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî li malbata parlamentera Iraqî Xeyda Kembeş kir ku do bi koronayê can dabû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir û sersaxî li malbat û kesûkarên Endama Encûmena Nûneran a Iraqê Xeyda Kembeş û Encûmena Iraqê kir, ku wê parlamentera Iraqî bi koronayê can da.
Serokê Herêma Kurdistanê di wê daxuyaniyê de hevxemiya xwe anî ziman û hêviya xwe derbirî ku “Xwedayê mezin, xwedê jê razî bixe ber mîhrebaniya xwe û sebir û hewîniyê bi hemû aliyan bibexşe.”
Xeyda Kembeş, Parlamentera Hevpeymaniya Niştimanî û Seroka Komîteya Xwendina Bilind li Parlamentoya Iraqê, piştî 2 hefte ji tûşbûna vîrusa koronayê, roja Înê, 10.07.2020, can da.
Xeyda Kembeş hevjîna Serokê Dîwana Weqfa Sunne Seidî Kembeş bû ku roja 23ê Sibatê ew post wegirtibû.
Xeyda Seîd Kembeş sala 1974an li Bexdayê ji dayîk bûbû, doktoraya wê li ser zanista siyaseê hebû û ji sala 2010an ve endama parlamentoya Iraqê bû.
Roja 21ê Hezîrana 2020, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî aşkere kiribû ku 6 endamên parlamentoyê tûşî vîrusa koronayê bûne û herwiha belav kiribû ku hejmara karmendên ku tûşî koronayê bûne li parlamentoyê gihiştiye 28 kesî.