Kurdistan
Nêçirvan Barzanî sersaxî da Şandê Îsmaîl
PeyamaKurd - Doh Duşemê (16ê Mijdara 2026an), Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî di peywendiyeke telefonî de bi Wezîrê Karûbarên Pêşmerge Şandê Îsmaîl re, ji ber koça dawî ya birayê wî, pêşmergeyê dêrîn Ehmed Îsmaîl, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêş kir.
Di peywendiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê hestên xwe yên hevxemiyê bi malbat û kesukarên malbatê re parve kir û daxwaz kir ku Xwedayê Mezin giyanê wî bi bîhişta xwe şad bike û aramiyê bide malbata wan.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Karûbarên Pêşmerge spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir ji bo vê helwest û hevxemiya wî.