Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji wezîrê Îranê re xwest
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya koça dawî ya xwişka Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî, Bedrulsadat Arakçî, peyameke sersaxiyê ji Abbas Arakçî re şand.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de sersaxî û hevxemiya xwe ji bo Abbas Arakçî û malbata wî anî ziman û got: "Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku ruhê xwedêjêxwestiyê bi rehmeta xwe şad bike, û sebir û aramiyê bide we, malbat û kesukurên we."
Çapemeniya Îranê duh (1ê Çiriya Pêşîn a 2026an) ragihandibû ku Bedrulsadat Arakçî ku demekê bi nexweşiyekê re di nava têkoşînê de bû, li nexweşxaneyê koça dawî kiriye.