TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê da malbata Hemîd Derwês

Admin M
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2019 03:23

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema koça dawî ya siyasetmedarê Kurd, sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîdê Hecî Silêmanê Hecî Derwêş, peyama sersaxiyê belav kir. Barzanî di peyama xw ede weha got:

“Bo koça dawiyê ya Xwedê jê razî Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Abduhemîd Hecî Derwêş sersaxiyê li malbat û kesûkar û dost hevalên wî dikim, hevpar û hevxemê wan im

Xwedê jê razî Abdulhamîd Hacî Derwêş, jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe derbaz kir û di vê rêde gelek zor û zehmetî kişandin. Xwedayê mezin canê wî bi dilovanî û behişta xwe şa bike û sebir û hedarê bide malbata wî.”

Parve bike: