Nêçîrvan Barzanî spasiya Nûnerê YE û Balyozê Fînlandê kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 3yê Tabaxa 2021ê piştî bidawîhatina erkê wan û bi mebesta malavayî û xatir xwestinê, pêşwaziya her yek ji Nûnerê Yekîtiya Ewropa li Hewlêr Vincent Guillaume Poupeau û Balyozê Fînlenda li Iraqê Vesa Hakkinen kir.
Di hevdîtinan de Nêçîrvan Barzanî ji bilî malavayî û xatirxwestinê spas û pêzanînên xwe ji bo karên wan her du yan li Herêma Kurdistan û Iraqê nîşan da û destxweşiyê li wan kirin, herwiha di erkê wan yên nû de hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
Nûnerê Yekîtiya Ewropa li Hewlêr û Balyozê Fînlenda li Iraqê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê kir û ji bo wan hevkarî û piştgîriyên di dema birêkirina erkên wan de li wan hatiye kirin û pêgiriya Yekîtiya Ewropa û Fînlenda ya ber bi pêşvebirina zêdetirê peywendiyan li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Ligel Nûnerê Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêgiriya Herêma Kurdistanê bi parastina mafên mirov û azadiyan û azadiya raderbirîn û baştirkirina karê dadgehan û desthilata dadwerî kir û di vî derbarî de sûdwergirtina Herêma Kurdistanê ji ezmûna Yekîtiya Ewropayê bi pêwîst zanî.
Nirxandina belavbûna vîrusa Korona û cûreya guheriya naskiriya bi Delta Korona, rewşa Herêma Kurdistanê, metirsiyên terorê û metirsiyên DAIŞê, rola welatên Yekîtiya Ewropa û Fînlenda li Herêma Kurdistanê û Iraqê, mijareke din a hevdîtinê bû.