TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî spasiya Yekîtiya Ewropayê kir

Admin H
Nivîskar
📅 30 tebax 2026 14:15

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa yê li Iraqê Clemens Semtner û Berpirsê nû yê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê Stefan Wendt kir.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasî û rêzên Herêma Kurdistanê ji bo rol û piştevaniya berdewam a Yekîtiya Ewropayê anî ziman û pîrozbahiya destbikarbûnê li Stefan Wendt kir.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê Clemens Semtner tekez kir ku Yekîtiya Ewropayê bi piştevanî û hevkarîya Iraq û Herêma Kurdistanê pabend e û dixwaze peywendiyên di hemû waran de zêdetir pêş bixe.

Di civînê de rewşa navxwe ya Iraq û Herêma Kurdistanê û geşedanên dawî yên herêmî jî hatin nirxandin.

Parve bike: