Nêçîrvan Barzanî û Erdoğan di rêya telefonê de axifîn
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rêya telefonê de bi serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re axifî. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji terefê Erdoğan re jê re telefon hatiye kirin.
Di axaftinê de her dû lîder li ser encama şer, talûkeyên ku derketine ortê li ser wan axifîne. Zêdekirina dijberiyan dê li ser aramiyê û dahatûyê bandora ku bike û ji bo berlêgirtina belavbûna şer bûne hemfikir ku pirsgirêkan di rêya diyalogê de çareser bikin.
Erdoğan bi sedema hevkariyê û bo li Tirkiyê aştiyê destek bikin, ji ber rola Barzanî sipasiya Barzanî kiriye. Erdoğan ragihandiye ku ev tewrê Barzanî ji bo di navbera milletan de çanda pêkvejiyanê pêk were, di herêmê de tewrê bingehîn e.
Nêçîrvan Barzanî jî ragihandiye ku weka her carê Herêma Kurdistanê di herêmê de dixebite da aramî bibe, bi şertê ewlehiya milletan di herêmê dê bibe û berjewendiya milletan bê parastin, destekê dide her hewla çareseriya aştiyane û diyalogê.