Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî û Hakan Fîdan geşedanên herêmê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan, îro 3yê Adarê bi rêya telefonê axivîn.
Li gorî ragihandina medyaya Tirk, Barzanî û Fîdan geşedanên dawî yên herêmê û rewşa hestiyar a deverê nîqaş kirin.
Hêjayî gotinê ye, şerê berdewam ê Amerîka-Îsraîl û Îranê bi hemû tundiya xwe didome û bandorê li tevahiya herêmê dike.
Komên milîsên girêdayî Îranê jî bi moşek û dronan êrîşên ser baregehên Amerîka yên Hewlêrê berdewam dikin.