Kurdistan
Nehezan xwest vê hilbijartinê bikin lawaziya PDKê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Kurdistanê û Cîgirê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî, ragihand ku nehezên PDKê xwestin vê hilbijartina Iraqê bo qelsbûna PDKê biemilînin.
Barzanî di bernameya propagandeya partiya xwe de li Hewlêrê axivî û rexne li partiyên din girtin.
Barzanî wiha got:
"Divê em biselmînin ku PDK pêşeng e. PDK wek her daîm li Kurdistanê hêza yekemin e. Partiya parastina maf û azadiyên Kurdistanê ye."