TR KU SO
FB X
Kurdistan

Netewên Yekbûyî: Kurdên Kakeyî di bin xeterê de ne!

Admin V
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2018 15:43

PeyamaKurd- Alîkarê Sorokê Lijneya Alîkariyê yê Netewên Yekbûyî (NY) yê şaxa Iraqê Alice Walpole got ku li derdora Kerkûkê Kurdên Kakeyî di bin talukê de ne. Êrîşên IŞÎDê li dijî Kurdan, her roj zêde dibin. Em ji vê yekê bit irs in.

Di 16ê Cotmehê de herêmên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ji bin qontrola pêşmergeyan derketin. Ji wê rojê heta îro jî aramî li herêmê çênebû.

Alîkarê Sorokê Lijneya Alîkariyê yê Netewên Yekbûyî (NY) yê şaxa Iraqê Alice Walpole li herêma ku Kurdên Kakeyî dijîn, hinekî lêkolîn kir.  Walpole got ku em bi tirs in. Li herêmê talûke mezin e.

Parve bike: