Kurdistan
Neteweyên Yekgirtî û hukumeta Kurdistanê peyman girêdan
PeyamaKurd- Di navbera hukumeta herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî de bo geşepêdana Kurdistanê bo 10 salan peymaneka stratejîk îmze kirin. Peyaman di navdera wezîrê plandananê yê hukumeta herêma Kurdistanê û beşa Bername ya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekgirtî (UNDP) de hat îmzekirin.
UNDP bo pêşdeçûna herêma Kurdistanê destekê dide. UNDP di beyana xwe de got ku ew bi hukumeta herêma Kurdistanê re gihîştine peyman a îstîqrar û geşepêdana daîmî.