Kurdistan
Nijadperestên Qazaxî jineke Kurd sewitandin
PeyamaKurd – Nijadperestên Qazaxî, li gundê Sovetskoyê yê navçeya Saîram a girêdayî herêma Turkîstana Qazaxistanê, êrîşî malbatên Kurd kirin û di encama êrîşê de, jineke Kurd şewitandin.
Li gor zanyariyan, koma nijadperestên Qazaxî, êrîşî maleke Kurd kir û jina bi navê Rostamova Xanim Koçer (66) şewitandin.
Agahî destnîşan dikin, Rostamova çawa derî vedike benzînê lê dikin û wê dişewitînin.
Herwiha piştî bûyerê, malbata Rostamova wê radikin nexweşxaneyê, lê belê piştî demek kurt Xanim Koçer li nexweşxaneyê can dide.
Li gorî agahiyên gundiyan parve kirine, gundê Sovetskoyê piştî şerê Sovyetê Kurdên Bakurê Kurdistanê koçber bûne û li vî gundî bi cih bûne. Ji ber wê yekê jî navê gund Sovetskoy e.