TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nivîsgeha Rizgarkirin û Revandiyên Kurdên Êzidî amarên dawî eskere kir

Admin H
Nivîskar
📅 03 hezîran 2019 23:21

PeyamaKurd - Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî amarên nû yên qurbanî û rizgarbûyan eşkere kir.

Li gor daxûyaniya Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyên Kurdên Êzidî, ji destpêka dagîrkirina Şingalê (3 Tebax 2014) ve 6.417 kes hatine revandin.

Li gor daxuyaniyê ji wê hejmarê  3.548 ji regeza Mê û 2.869 ji regeza Nêr in.

Heta niha 3.476 Kurdên êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ku 1.184 jin in û yên mayî zilam û zarok in.

Herwiha hat diyarkirin ku çarenivîsa 2.941 kesan jî hîn nediyar e.

Parve bike: