Nivîskar Hemîd Dilbihar pistî 10 salan hat berdan
PeyamaKurd - Nivîskar Hemîd Dilbijar piştî 10 salên ji girtîgehê hat berdan.
Nivîskar Hemîd Dilbijar ji 13ê Sibatê 2010an ve ji axaftinên wî bigire heta xebatên wî yên li nav siyaseta kurd ceza lê hatibû birîn. Dilbihar piştî 10 salên girtîgehê hat berdan.
Birayê wî Mahmut Duman li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku birê wî hatiye berdan. Hemîd Dilbihar piştî cezayê wî temam bûye hatiye berdan.
Birayê min, dost û hevalê min
— Mahmut Duman (@Mehmuddmn) June 5, 2020
Hemît Dilbihar ku ev nêzî 11 salan li zindanêde bu îşev hat berdan. pic.twitter.com/MhJiyovaC4
Hemîd Dilbihar kî ye?
Nivîskar û helbestkar Hemîd Dilbihar di sala 1976an de li Culemêrgê hatiye dinê. Wî Li Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê, di Zankoya Perwerdehî de Beşa Dîrokê xwendiye. Wî digel nivîskarî di nav TZPKurdî de ji bo kurdî dixebitî.
Heta ev pirtûkên Dilbihar ên helbestan hatine weşandin: Ji evîna te dilê min bû jîngeha evînê, Ji evîna te ez bûm jînperest, Ezîzam û Piştî tu çûyî.