Kurdistan
Nivîskar û helbestkarê kurd Ferîd Zamdar koça dawiyê kir
PeyamaKurd -Îro helbestkar û niviskarê kurd Ferîd Zamdar, piştî demeke dirêj a nexweşiyê koça dawiyê kir.
Zamdar helbestkar nivîskar û Pêşmergeyekî dêrîn bû. Zamdar kesekî nêzîk ê Mam Celal bû û demeke dirêj Endamê Serkirdayetî û Endamê Mekteba Siyasî ya YNKê bû. Herwiha ew zavayê siyasetmedar Azad Cundiyanî bû.
Li gor zanyariyan di van demên dawiyê da çend caran serdanî welatên derve kiribû bi armanca tedawîbûnê.
Ferîd Zamdar ji bilî nivîskarî û helbestkariyê rojnamegerî jî kiriye û endamê Yekîtîya Nivîskarên Kurd jî û karê şêwekariyê jî kiriye. Zamdar zêdetirî sê salan di heftenameya Bas da weke nivîskar fikr û ramanên xwe dinivîsand.