Kurdistan
Nivîskar û helbestvanê naskirî yê Kurd Celal Meleksah wefat kir
PeyamaKurd – Nivîskar û helbestvanê naskirî yê Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê Celal Melekşah, di 69 saliya xwe de wefat kir.
Nivîskar û helbestvanê Kurd Celal Melekşah di 19.03.1951ê de li Sineyê ji dayik bûye û hîn di zaroktiyê de dest bi nivîsandina helbestan kiriye.
Celal Melekşah bi pexşanê dest bi nîvîsandinê kiriye û dû re dest bi çîrok û helbestan kiriye û bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Îranê. Heta demeke dirêj di kovara Sirweyê de weke nivîskar, helbestvan kar dike û 14 salan di wê kovarê de dinivîse û tesîreke mezin li nivîskar û helbestvanên nû yên Kurd dike.
Dîwanên helbestên Celal Melekşah heta niha bo zimanên Farisî, Erebî, Înglîzî, Swêdî hatiye tercumekirin.