TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nûnera ENKSê ya Herêma Kurdistanê Esmehan Dawûd ji nûnertiyê îstîfa kir

Admin M
Nivîskar
📅 31 adar 2026 21:30

PeyamaKurd – Nûnera Konseya Kurd ya Netewî ya Sûriyê (ENKS) Esmehan Dawûd ragihandiye ku ji nûnertiya ENKSê îstîfa xwe daye.

Dawûd, li ser îstîfa xwe ji Rûdawê re gotiye ku wezîfa xwe di asta ku tê xwestin de nikaribiye bike û lewra biryara îstîfa xwe daye. Dawûd weha gotiye:

“Kesên di meqamên berpirsiyariyê de ne, rola wan gelek girîng e. Tevî temamê zahmetî û astengiyan jî, ez bawerim xebata tê xwestin û rola di wî meqamî de, rola kesayetiyê gelek jiyaniye.

Ez dîbînim ku pêşdeçûna ku divê bêkirin û di mijara xwurtkirina xebata nûnertiyê de, ez wezîfa xwe bi temamî nikarim bicîh bînim.”

Dawûd, ji sala 1988an heya niha di nav tevgera Kurd de ye, di sala 2012an de tevî tevgera Şepêla Paşerojê dibe, niha di rêvebiriya Şepêla Paşerojê de ye.

Di sala 2015an de bû endama tevgera xwe ya di nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê de. Ji 26ê Adara 2026an heya niha nûnera ENKSê ya Herêma Kurdistanê ye.

Parve bike: