NY: 1599 Êzidî hatin rizgarkirin, aqûbeta 2877 kesan nediyar e
PeyamaKurd – Ofisa Rizgarkirina Êzidiyên Revandî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku tenê li Şingalê sala 2014an 1200 êzidî ji aliyê terora DAIŞê ve hatin kuştin û zêdetirî 6 hezar jî hatin revandin.
Buroya Rizgarkirina Êzidiyan ragihand ku di encama êrîşên dijî Kurdên Êzidî de hezar û 360 kes koçber û penaber bûn, hezar û 200 kes hatin kuştin û 3 hezar zarok jî sêwî man.
Di rapora Buroya Rizgarkirina Êzidiyan de hatiye gotin, jimara gorên komî yên ku li Şingalê hatine dîtin gihîştiye 81ê û bi dehan jî gorên tekane hatine dîtin.
Herwiha 6 hezar û 417 kes ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin ku di nav 3 hezar kesên revandî de 548 jin, 2 hezar û 869 jî mêr in.
Hat ragihandin ku hezar û 599 kes hatine rizgarkirin ku ji wan hezar û 199 jin û 400 mêr in.
Ofîsa NY diyar kir ku heta niha çarenivîsa 2 hezar û 877 Kurdên Êzidî nediyar e ku ji wan hezar û 308 jin in û hezar 579 kes jî mêr in.