Kurdistan
NY damezrandina Komîsyona Navdewletî ya lêpirsîna tawanên ser pesend kir
PeyamaKurd – Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşnûmeya damezrandina komîsyona lêpirsîna hemû binpêkirin û tawanên şer li Ûkraynayê û şermezarkirina Rûsyayê pesend kir.
Pêşnûmeya damezrandina Komîsyona Nadewletî ya Serbixwe bo lêpirsîna binpêkirinên mafên mirovan û tawanên şer di civîna derbarê Ûkraynayê de, li hember du dengên na bi 32 dengan hat pejirandin.
Hat zanîn ku tenê du welatên Rûsya û Erîtreyê dengê na dane, 13 welatan jî dengê bêalîbûnê daye û Tirkiye jî di nav welatên pêşkeşkarê komîsyonê de ye.