NY: Dewletên ku deynên xwe nedane mafên xwe yên dengdanê wenda kirine
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir, li Civata Giştî 7 dewletên ku deynên xwe nedane, mafên xwe yên dengdanê wenda kirine.
Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres ji Serokê Civata Giştî Volkan Bozkır re da zanîn, Nîjer, Lîbya, Komara Afrîqa Navîn, Komara Kongo, Sudana Başûr û Zîmbabwe êdî nikarin dengan bidin.
Li gor rêzikên NYê, welatên ku deynên xwe yên beşdariyê ji du salan yan jê bêhtir nedin, mafên xwe yên dengdanê wenda dikin.
Guterres di nameyê de deynên welatan nivîsî û rêjeya bo ew ji nû ve mafên dengdanê bi dest bixin jî eşkere kir.
Budçeya salane ya NYê 3,2 milyar Euro ye û deynê Îranê 16,2 milyon Euro ye. NY, ji xeynî wê budçeyê, bo operasyonên aştiyê jî her sal 6,5 milyar Euro vediqetîne.
Di sala 2020an de, Lubnan, Yemen, Gambîa, Tonga, Komara Afrîqa Navîn û Lesotho ji ber ku deynên xwe nedabûn mafên xwe yên dengdanê wenda kiribûn.