NY: Li cîhanê zêdetirî 8500 zarok hatine biçekkirin û nêzî 2700 zarok hatine kustin
PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî di raporta salane ya “Zarok û Pevçûnên Çekdarî” arasteyî Encûmena Asayişa Navdewetî kir û da zanîn, sala par di pevçûnên cuda yên li cîhanê de zêdetirî 8500 zarok hatine biçekkirin û di van pevçûnan de nêzî 2700 zarok hatine kuştin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres di raportê qala kuştin û birîndarkirina zarokan, destdirêjiya cinsî li ser zarokan, binçavkirin an leşkerkirina wan, rêgirtina li gihîştina alîkariyan û armanckirina dibistan û nexweşxaneyan kir.
Di raporê de hat diyarkirin, binpêkirin di 21 şer û pevçûnan de li dijî 19379 zarokan hatine kirin ku piraniya wan di sala 2020an de li Somal, Kongo, Efganîstan, Sûriye û Yemenê pêk hatine.
Di raporê de herwiha tê gotin, sala borî 8521 zarok hatine biçekkirin, 2674 zarok di şerên cuda de hatine kuştin û 5748 zarok jî birîndar bûne
Herwiha di raporê de lîsteyeke reş jî heye, armanckirin jê ew e “lîsteya şermê” ji aliyên şer û pevçûnan re hebe, bi hêviya ku wan han bidin tedbîrên parastina zarokan bi cih bînin.