TR KU SO
FB X
Kurdistan

NY: Rewsa mirovî ya li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin

Admin L
Nivîskar
📅 14 rêbendan 2022 17:29

PeyamaKurd Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê diyar kir, rewşa mirovî ya li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin.

Li gor Hemahengkarê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Karûbarên Mirovî û Hemahengkarê Herêmî yê ji bo Karûbarên Mirovî yê li Sûriyê, di daxuyaniyeke hevbeş de destnîşankirin, rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê ne aram e û ev nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, divê aliyên pêwendîdar ên li wê beşa Sûriyê, rêkarên ewlehiyê yên guncaw pêk bînin.

Herwiha hatiye diyarkirin, ew ji kuştina karmendekî tendirustiyê li Kampa Holê nîgeran in û daxwaz dikin rewşa ewlehiyê were aramkirin, da ku gihandina alîkariyên mirovî bidomînin.

Parve bike: