TR KU SO
FB X
Kurdistan

NY: Vegerandina nasnameya Kurdan a Sûriyê gaveke pir girîng e

Admin H
Nivîskar
📅 05 hezîran 2026 17:05

PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR),  pêşwazî li biryarnameya yasayî ya serokatiya Sûriyeyê ya jimare 13an a taybet bi Kurdan kir, ku rê dide Kurdên ku nasnameyên wan nehatine qeydkirin, daxwaznameyên xwe yên ji bo vegerandina regeznameya Sûriyeyê pêşkêş bikin.

Komisyonê diyar kir ku ev biryarnameya yasayî gaveke pir girîng e ji bo çareserkirina rewşa ziyandîtiyên serjimêriya sala 1962yan, ku tê de regezname ji bi hezaran welatiyên Kurd hatibû stendin û bûbû sedem ku hejmareke mezin ji wan ji mafên sereke yên mîna xwendin, çavdêriya tenduristiyê û derfetên kar bêpar bimînin.

Kordînatora Nûnerê Komisyona UNCHRyê li Sûriyeyê Esîr El-Midaîn da zanîn ku çareserkirina dosyeya nasnameyan bingeha parastina aştiya civakî ye û tekez kir ku ew bi hemahengî ligel hikûmeta Şamê dixebitin daku hemû kesên ziyandîtî belgeyên xwe yên fermî bistînin.

Parve bike: