Omer Çelik: Îsraîl hewl dide Kurdan bikşîne nav şer
PeyamaKurd - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik îdia kir ku Îsraîl hewl dide bi rêya hin koman Kurdan bikişîne nav şer.
Çelik piştî civîna Komîteya Rêveberiya Navendî ya li baregeha partiyê daxuyaniyên girîng da. Çelik bal kişand ser çalakiyên Îsraîlê yên li herêmê û got ku hewl tê dayîn ku bi rêya hin koman Kurdan tevlî şer bikin.
Çelik tekez kir ku pêwîstiya lezgîn a agirbestê li herêmê heye û diyar kir ku divê welatên herêmê ji bo avakirina aştiyê bi hev re tevbigerin.
Peyama sersaxiyê ji Nêçîrvan Barzanî re
Çelik herwiha behsa êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û sersaxî xwest. Çelik diyar kir ku Barzanî di têkiliyên bi Tirkiyeyê re roleke girîng dilîze û got ku ew şans e ku tu qurbanî çênebûne.
"Îsraîl hewl dide Kurdan bikşîne nav şer"
Çelik îdia kir ku Îsraîl bi hin kom û aktoran re di têkiliyê de ye û ev çalakî bi rêya îstîxbaratê têne şopandin. Çelik diyar kir ku hin ji van têkiliyan di qada giştî de jî hatine nîşandan û hin nûnerên rêxistinan li ser hevkariya bi Îsraîlê re daxuyanî dane.
Çelik tekez kir ku divê gelê Kurd û hin rêxistin ji hev werin cudakirin û got, "Çapemeniya Rojavayî vê rewşê wekî 'Kurd' nîşan dide, ku ev ne rast e."
Çelik destnîşan kir ku Kurdên li Iraq û Îranê bi baldarî nêzî pêvajoyê dibin û rêberên raya giştî yên Kurd ên li herêmê daxuyaniyên ji bo dûrketina ji pevçûnê dane. Wî diyar kir ku ev nêzîkatî "ji hêla dîrokî û siyasî ve hêja ye" û tekez kir ku divê ev helwest were piştgirîkirin.
"Armanca Tirkiyeyek bê teror berdewam dike"
Çelik di derbarê pêvajoya "Tirkiyeyek bê teror" de jî nirxandin kirin û diyar kir ku hewldanên ji bo hilweşandin û bêçekkirina PKKê berdewam dikin. Wî got ku pêvajo bi awayekî zelal tê meşandin û tekez kir ku ew ne pêvajoyek bazarkirinê ye.