Operasyona belgekirina nasnameyên jinên DAISî bidawî bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku operasyona belgekirina nasnameyên jinên DAIŞê yên li Kampa Holê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê bidawî bû.
10ê Hezîranê hêzên ewlekariya Rojavayê Kurdistanê li ser zêdebûna bûyerên li Kampa Holê ku piraniya wan jin bi hezeran malbatên DAIŞî tê de dimînin, operasyoneke belgekirina nasnameyên jinên DAIŞî dabûn destpêkirin.
Hat ragihandin ku di beşa kampê ya bi navê ‘El-Muhacerat’ de ku DAIŞê xwe ji nû ve birêxistin dikir, operasyona belgekirina nasnameyan hatiye bidawîkirin.
Rêveberiya Xweser a Rojava li ser mijarê daxuyaniyek dabû û gotibû, ji bo xurtkirina ewlehî û aştiyê, hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundrîn, bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo başkirina rewşa jiyanî û mirovî di kampê de, operasyonek dane destpêkirin.