Osman Baydemîr daxuyaniyek bo wefata Necmedîn Kerîm belav kir
PeyamaKurd – Li ser wefata Necmedîn Kerîm, siyasetmedar Osman Baydemîr daxuyaniyek belav kir û got, “Bêguman dê keç û xortên Kurdistanê Ala Rengîn hil bidin li ser Kelha Kerkûkê!.”
Li ser hesabê xwe yê twitterê, Parlamenterê berê yê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr, bo wefata siyasetmedar û parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, peyameke serxweşiyê belav kir û ji malbat û xelkê Kurdistanê re serxweşî xwest.
Osman Baydemîr di peyama xwe de diyar dike: “Tekoşer û kedkarê Kurdîstana rengîn ber bi rehma Yezdanê Dilovan ve meşîya.”
Di berdemiya peyama xwe de Baydemîr da zanîn: “Kak Necmedîn Kerîm! Bê guman dê keç û xortê Kurdistanê Ala Rengîn hil bidin li ser Kelha Kerkukê! Wê rojê êdî tu dikarê çavê xwe bigirê. Birayo! Rêya te vekirî be! Serê malbata te û Kurdistaniyan sax be.”