Kurdistan
Otobusa Diyarbekirê li Qerejdaxê ket biniya rê
PeyamaKurd – Otobusa ku rêwiyan hildigirt ya Diyarbekirê li ser rêya navbera Diyarbekir û Rihayê di km ya 36an de li devera Qerejdaxê bi sedema berf û cemedê ji ser rê şemitî û ket biniya rê. Di encamê de 30 kes birîndarin û rewşa 4 ji wana girane.
Têmên trafîkê, cendrimeyan û tenduristiyê li ciyê bûyerê bi tîmên îtfaiye û AFAD ê re mudaxeleyê birîndaran dikin. Kesên di otobusê de asê mabûn hatin derxistin û birîndaran birine nexweşxanan ji bo dermankirinê.