TR KU SO
FB X
Kurdistan

Otobusa rêwiyan teqle avêt: 14 mirî, 18 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 08 tebax 2021 12:54

PeyamaKurd – Li bajarê Balikesîr ê Tirkiyê otobuseke rêwiyan a ku diçe navçeya Edremîtê ji rê derket û teqle avêt. Hat ragihandin ku di encama qezayê de 14 kes mirine û 18 kes jî birîndar bûne.

Parêzgariya Balikesîrê ragihandiye ku ji rêwiyan 11 kes li cihê bûyerê, 3 kes jî li nexweşxaneyê mirine û 18 birîndarên din jî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Hat eşkerekirin ku bûyer li demjimêr 04:40ê şevê li ser rêya OSB ya navbera Balikesir û Edremîtê rû daye û otobus piştî ji rê derketiye teqle avêtiye.

Parve bike: