Kurdistan
Otobusa rêwiyan wergeriya: 9 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê otobusa rêwiyan wergeriya û di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Li nahiya Gewaş a Wanê, do otobusa rêwiyan ku ji bajarê Mêrsînê diçû Wanê, wergeriya.
Li gorî zanyariyan, di encama wê rûdanê de 9 rêwî birîndar bûn. Rewşa du birîndaran ne baş e.