Kurdistan
Otobuseke gestiyarên Duhokê û kamyonekê li hev dan: 15 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Mersîn ê Tirkiyê, otobuseke geştiyarên Duhokê û kamyonekê li hev dan û di encamê de, 15 geştiyarên Herêma Kurdistanê birîndar bûn.
Otobuseke veguhestina geştyaran a ji bajarê Duhok a Herêma Kurdistanê ve diçû bajarê Mersîn a Tirkiyê û kamyoneke barhelgir îro li hev dan. Bûyer di navbera bajarê Bîrecîk û Pirsûs ên ser bi parêzgeha Riha ya bakurê Kurdistanê pêk hat.
Herwiha hat eşkerekirin, ji ber vê bûyerê 15 geştiyarên Herêma Kurdistanê birîndar bûne û rewşa tenduristiya yek ji birîndaran jî giran e.
Zanyarî destnîşan dikin, ji ber ajokarê otobûsa ku ji Duhokê ber bi Mersînê ve birêketibû xewa wî hatiye bûyer pêk hatiye û hat ragihandin birîndar rakirine nexwaşxaneyan.