Kurdistan
Otomobîla ku 3 kes tê de bûn pekiya nav çemê Munzurê
PeyamaKurd – Îro 21ê Nîsanê li ser rêya navçeya Pulumur a bajarê Dêrsim ê Bakurê Kurdistanê, otomobîleke ku 3 kes tê de hebûn, ji rê derket û pekiya nav çemê Munzurê.
Li gorî zanyariyan otomobîla ku li ser Dêrsim-Pulumurê diçû, ji rê derketiye û pekiyaye nav çemê Munzurê.
Hat ragihandin ku piştî bûyerê tîmên tenduristî û hawarçûnê gihîştine deverê û lêgerîna ji bo dîtina kesên di nav otomobîlê de bûn, dewam dike.