Parêzer Cîhan Îpek ji serokkomarê Almanya nîsana liyaqatê girt
PeyamaKurd- Parêzerê baroya Diyarbekirê Cîhan Îpek piştî xwendina xwe ya hûqûqê çû Almanya û li wê derê doktora xwe kir. Piştî wê, dageriya Diyabekirê û niha parêzerî dike. Bi sedema ku bûye weka pira navbera Diyarbekir, Tirkiyê û Almanya, ji aliyê serokkomarê Komara Almanya Steinmeier de nîşana liyaqatê bo wî hat dayîn.
Parêzer Cîhan Îpek bi sedema ku di fikr û ramanên xwe de objektife û ne weka adetî li mijaran dinêre û bi çavên piraniyê mijaran şirove dike û ne mirovekî sûbjektîve, ev nîşan bo wî hat dayîn.
İpek di sala 1987an de zankoyê xelas kiriye û paşî di şaredariya mezin ya Diyarbekirê de dest bi xebata xwe kiriye. Paşî diçe Almanya û li wê derê master û doktora xwe dike. Niha li Diyarbekir parêzeriya xwe dike.
Nîşana liyaqatê ji sala 1951an heya niha ji aliyê dewleta Almanya ve tê dayîn.