Parêzerê Demirtas derbarê berdana wî de daxuyaniyek da
PeyamaKurd - Parêzerê Selahattin Demirtaş Mahsuni Kahraman ragihand ku derbarê berdana wî de heta niha zanyariyek negihiştiye ber destê wan.
Parêzerê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahttin Demirtaş, Mahsuni Kahraman derbarê îdîayên berdana Demirtaş de daxuyaniyek belav kir.
Parêzerê Demîrtaş Karaman, li ser hesabê xwe yê tora civakî, ragihand ku heta niha derbarê berdana Selahattin Demirtaş de, tu zanyariyek negihiştiye wan an jî malbata Demirtaş.
Kamuoyuna;
— Mahsuni Karaman (@av_mkaraman) September 10, 2019
Sayın Demirtaş’ın bu gece tahliye edileceğine dair biz avukatlarına veya ailesine şu ana kadar ulaşmış bir bilgi yoktur.
Saygılarımla.
Roja 2ê Îlonê Dadgeha 19an a Cezayên Giran a Enqerê ji dosyeya sereke ku Demîrtaş di wê dosyayê de, bi ‘birêvebirina rêxistina terorê’ û ‘propogandaya rêxistina terorî’ dihat tohmetbarkirin, biryara berdana Demirtaş dabû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Demirtaş ku ji ber dosyayeke din, ji 4ê Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F a bajarê Edirneyê girtî ye.