Parêzerê Fransî doz li Ez Zabiyê 'Rehmet li Sedam kiribû' vekir
PeyamaKurd – Derbarê generalê berê yê artêşa Sûriyê Ez Zabî de ku demek berê Kurd şibandibûn ‘haşeratan’ û bi kiryarên ‘Sedam’ gef li Kurdan xwaribû, parêzerekî Fransî doz vekir.
Li gorî kovara Le Pointê Parêzerê Fransî Antonin Péchard bi hinceta ku Ez Zabî pesindariya tawanên şer û qirkirinê kiriye û li hember milet û kesên xwedî nasnameyên cuda zextên tundiyê kirine doz lê vekir ku dibe 5 sal ceza jê re bê xwestin.
Péchard di doznameya xwe de gotiye, bi awayekî eşker bi daxuyaniya xwe pesindariya komkujî û tawanên 1988an (Helebçe) ku Dadgeha Laheyê jî qebûl kiriye dike û Kurdan dişibîne haşeratan û paqijkirina wan bi rêbaza Sedam Hûsên anku kîmyabaranê tîne ziman.
Gotinên Ez Zabî yên rastî bertekan hatibûn û niha jî doz lê hatiye vekirin ev bûn:
“Me çi wextî rastiya rêxistina terorîst a Kurd PYDê îfşa kiribe, keriyek heywan derdikevin û dizirin û diewtînin û qileqilê dikin û wekî kêzikan circirê dikin. Ji bo qelandina koka wan heşeratan pêdivî bi dermanan nîne. Gotina Sedam bes e. Ji bo vê jî bi hezaran caran rehmetê li Sedam dikim.”