TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parêzgarê Selahedînê ji Serok Barzanî xwest, ji ezmûna serkeftî ya Kurdistanê sûdê werbigirin

Admin H
Nivîskar
📅 23 berfanbar 2021 18:21

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Kanûna 2021ê pêşwazî li Parêzgarê Selahedîn Emmar El-Cibûrî kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û rewşa xelkê li parêzgeha Selahedîn û parêzgehên naverasta Iraqê hatin guftûgokirin.

Herwiha Parêzgarê Selahedîn ji bilî nîşandana pêzanîna xwe ji bo geşepêdan û vejîna Herêma Kurdistanê, daxwaz ji Serok Barzanî kir, parêzgeha Selahedîn û parêzgehên din ên Iraqê sûdê ji ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê werbigirin.

Parve bike: